الأحد، 4 أكتوبر 2009

G0tinek bo keç ù xortèn kurd yèn delal ù hèja

Mizgîn li we dujmin şikest vaye dem bo we hat

Dest bidne hev rast ù durust riz gar kin welat

Ev ez ù ezî tîya çewt ù xwar dijè azad ya meye

Tenè yeketî ew bixwe dermanè derd ù èşa meye

Xweş binèrin ewrupa şev ù ro di kin kar ù xebat

Sînor ne hiştin ji espan bigre ta bi kirwat

Lè em çi bikin bextè me hoye roj li me ne helat

Em ketne tora tirk ù faris ù erebè bè ol ù xelat

Geh me di kujin geh me talan dikin ma ev edalete

Welatè me wèran dikin musulmanî wusaye Qey

Me xabin wun na nèrin welat li me tev kirne doje

Eve èş di dil wek agir ù pèt me ji ber nayè tebat

Keçèn çileng xortèn şepal dem bo we vaye hat

Azadî xwaz xweş pède çùn zorker mirna wî hat

Tenè yeketî ew bixwe dermanè derd ù èşameye

Ev ez ù ezîtîya çewt ù xwar dijè azad ya meye

Bimrin zor ker bimre ezîtî bijî kurd ù welat

13-6-2007

تقرير بمشاركة سيئة رد مع اقتباس

رد مع اقتباس

ليست هناك تعليقات: